A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Ew Cejney
126 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Ew Cejney

Ew cejney mîllet têy da kesas e
Min serim şîn e û bergim pellas e

Merr ser birrîne qoçî qurban e
Qurbanîy ême kiç û kurrman e

Ba girtin temî tirsim lê la ba
Birîndar nebê şêr hellmet naba

Kurrgel be galle billêyn be dujmin
Kewtin bo ew e û serkewtin bo min

Qurbanîy ême zor pesendtir e
Hî Hacî merr e, î me kiç û kurr e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê