A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Emrro..
145 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Emrro..

Emrro ke rojî cejnî hemûmane ser be ser
Kurdîş legell gelan le çilexane hatine der

Sê sall bû rojû, rojî be salê le ber deçû
Rojûy heram bû, xêrî le ber şerr debû be şerr

Metbû’ û tabî’ wek Mem û Zîn bûn çi fayde
Gurg û çeqell le çiqllî ”bekir mergewer” beter

Mîllet ne deng û rengî xelîfey edî û ebîst
Mezlûm çi heddî bû be şikat dengî bête der

’Alem ko bûbûwe xizmî xezûrî sepanî şêx
Kurd destî kurt bû! Nobeyê nobeyî nekewte ber

Herçî ke bîwitaye minîş kurd im ew deme
Rêgey Terablusî belûsî egirte ber

Te’neyan eda le kurd, ke şeqî n nabine welî
Ta şeq bû qebrî kurd û şeqey şeq geyişte der

Bêdestellat û lat û hetîw bûyîn le ‘alema
Hîç çareman nemabû, du’aman ekirde ber

Tîrî du’a, ke kurtî ekird, êste ser deka
Meydanî kurd ke kurt bû, bûwe deştî rey beber

Herçî bû, herçî hat be ser ew da be ser çû
Emrro be yekêtî ebê bestîn qed û kemer

Rojêke dest bideyne destî yek wek bira
Rû bikeyne rêy selamet, derçê le naw xeter

Zor în be naw, çi faîde, xoxor û xudpesend
Bo ye kewa le paşewe mayîn, nakewîne ber

Bo xatirî Xuda bese em care, werin be dill
Ba yek kewîn, nemênê le beyna lekey keder

Welleh zekî în, sexî în, bewefa în, bêkes û seyr în
Ta key desindexor û geda bîn û derbeder

Hellsin le xew, nizîk e birrûxê dewar û mall
Xoman ebîn be bareber û, jin be kareker

Em nîştimane dayik e, ebê xizmetî bikeyn
Rizgarî keyn le jêr destî zordar be mall û ser

Rizgarîyekey be xwêndin û ’îlm û me’arîf e
Xwêndin çiray se’adet e, nûrêk e rahber

Êstake bo xelasî û azadîy kurdekan
Kobûnewe be şewqewe, merdanî namewer

Tedbîr û fîkr û qiwet û mall serif neken hemû
Ta mîllet û weten le perêşanî bênine der

Êweyiş legell yeka be birayî bikewne yek
çîtan biwê be yekêtî botan eçête ser

Xoyştan nemênin, nawe le tarîxî kurdiya
Botan ebê be yad û enûsrê be şaeser
Helbestên din ên Helbestvanî/ê