A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Ême Ke Kurd În
179 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Ême Ke Kurd În

Ême ke kurd în le laman wa ye
Zubanî kurdî zor bêhawta ye

Lawikî kurdî dengî zebûr e
Cennetul me’wa le şarezûr e

Selahedîn û Kerîm Xanî Zend
Baba Erdellan şay Koy Demawend

Qareman Qadir, fîdayî Fu’ad
Le rêy weten da be cennet bû şad

Gewrey hîç qewmêk wek gewrey kurdan
Le rêy weten da nebûn be qurban

Fîkrî mîlletyan îhya kirdewe
Qedrî wetenyan e’la kirdewe

şad în ey mîllet bo em gewrane
Fexrî tarîxî layeq be wan e

Nawyan win meken be xas û be ‘am
Ta ku deskewê rojî întîqam

Bêne cûllecûll, ba rohyan şad bê
Pêy mîlletekem le bend azad bê

Kiçanman le jêr beydaxî reş da
çaw hellnehênin be xwênî geş da

Be xwênî lawan weten necoşê
Mîllet bo weten siya nepoşê

Hezarî wek min heta nekujrê
Be qellemî xwên şîwen nenûsrê

Em mîlletey kurd rizgarî nabê
Bê şik em îşe ebê her wa bê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê