A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Diwênê û Emrro
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Diwênê û Emrro

Burcî rojî kurd ke rojhellat bû
Helman hellnekewt, beşman hellat bû

Qafiyey ekrad her bednîhad bû
Bûmî şûm le şiwên bûmman dillşad bû

Serçawey Dîcle le Diyarbekira
Hênd xwênî kurdî têkell ekira

Wek erxewan sûr ebû be lafaw
Pîrêjinî çerx eykird be sûraw

Ta Xuda way kird roj gerrayewe
Dadî hejaran pirsirayewe

Le rojawawe rojman bo hellat
Xûlî mexûlî biyaban hellat

Ellên katêk roj egerrêtewe
Dewrî zordarî ebirrêtewe

Ebê be dewrî Mehdîy ser zewî
Le ser ayînî xatim en-nebî

Peyrrewî Nebî dîmukratî ye
Dîmukratî ye, rû le hatî ye

Min bawerrim kird ke em ayîne
Awêne ye bo kurdî safsîne

Min siwêndxwaranim boye xoş ewê
Em care firyay êmeyeş ekewê

Egîne min xom le kê dadime
Nan û kebabêk ser û ziyadim e

Mayey jiyanî ême ke ba bê
Bo neygorrimewe min be kebabê!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê