A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Dastanêkî Jiyanî Pêşûman
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Dastanêkî Jiyanî Pêşûman

Caran de roj be heçeheçe û bareberîyewe
Germa û sebûn û lêzime û baran û terrîyewe

Roj baperrî û wirrêney şew raperrî û tekan
Bawêşkî lerz û ballefirrê û çoqeçoqî dan

Tirsî terîde pêşkeşî siwar, şew firrînî diz
Destiyawî barî kewtû le cêgay xilîsk û xiz

Erkî gizîr û xanebigîr, moryanî niwên
Bolley keybanû, kifrî qetarçî, pilarî ciwên

çengsûtekey be aw, ke rûy nordiwe nanî kon
Cûte û leqey tewîle û hallawî ters û bon

Agirî tepalle, loksî gizgil, gefînî seg
Deste û yexey qetarçî le ser kaw, şerre kutek

Nûke şeqî qetarçî bo hellsan û peley
Loqe û tirîskey îstir û bazdanî cogeley

Lasengîy barwere bere parsengî xwarîyekey
Xo kewtî pêt le xirrke çû, lew deşte çî dekey?

Hêcgar ke afretit le teka bû, be tirsewe
Her siwarêk derkewê dellêy: Ay cerde ye ewe

Bac û pîtakî Zengene, gîrûgiriftî Caf
Herçîş ke hate pêş Hemewend birdî saf le saf

Bem kiwêrewerîye û kulemergîye û beçillkewe
Sêbende wergerraw, be ser û rîşî kullkewe

Emca deçûyte şarewe nawmallî ‘asîme
Bêt û binûsrêt nabête xwêy çêşt, eme kem e

Êsta siwarî otumbîl be, be sê se’at
Detbate ser qîtar û le Bexda yî ke roj hellat

Siwar be, binû, beyanî le xew heste zû be zû!
Bexda ye hat be pîrtewe, deybînî rû be rû

Caran eyanwit: Ewe welî ye teyyî erz eka
Pêçanewey zewî nîye, fenn e, karî berz eka

înca ke hat birûske xiraye telêkewe
Hênraye xanuwewe le çiray her pelêkewe

Zortir le mangeşew der û jûr rûn kirayewe
Tarîkî la çû, têgeyînî ême mayewe

Carê ebê bizanîn emane le kiwêwe hat
Em xake çon le xwarewe wa rojî lê hellat?

îtir ebê berraberîy zanistî têbigen
çîtir le mane çaktir e bo berzêtî weten

Le lay min xwêndewarî ye, ah xwêndewarî ye
Her mîlletêk ke fennî nebê derdî karî ye

Ax xozge xwêndinîş weku min arezûyî dekem
Bibînim û nebête girêy qursî kifnekem
Helbestên din ên Helbestvanî/ê