A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Cînasî Kurdî
169 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Cînasî Kurdî

Bay xezan xunçey xizand û dirrkî pîr her mayewe
Gêj e herçî xoy exate gêjî em dinyayewe

Dadî ayînman le dest meynoşî û reşpoşî ye
Heş be ser ew cejne, wa serxoşî ya serxoşî ye

Qijrinîn û pirçbirrîn bû, matemî caran, ke êsta qij nema
Pîrêjin ma, mûy birrûtênêtewe û bîda be ba

Zullf ke rûy dapoşiyaye, bang û hawaryan ekird
Xellke mang gîra le tepll û dumellek den, destûbird

Êste zullf birra, sifûrî mange, rûpoşî nema
Daxe hêllaney dillan şêwa we, bêbên e bonî seba

Bêt û şew to bêyte lam rojî! çiram pêwîst nîye
To were û bimnase, pêşey min çira weku jênî ye!

Herkese hawarî çawî pîs eka û min çawî ciwan
Bendî cergî wa birrîwim, nîme yadî nîştiman

Em girr û gallane şêwey şî’rî kon e êsteke
Hewllî serberzîy gelit bê, zullf û rû giwêy lê meke
Helbestên din ên Helbestvanî/ê