A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Cejin û Behar
183 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Cejin û Behar

`Goranîyeke le ser awazî ‘îd el-fereh degutrê`

Cejin û behar, gull û gullzar
Zor be neş’edar

Bulbul le ser gull exwênê
Dinya zîndegî enwênê
Cejinman her bimênê

Be hîway cejnewe dill kirayewe
Beden û giyan le niwê aw dirayewe

Diyar e xoşî cejinman zortir bê
çaktir e, dill deyewê xoştir bê

Cejin ekeyn, cejin ekeyn
Cejin ekeyn cejnî weten

Cejin û behar, gull û gullzar
Zor be neş’edar

Ême hewllî eweman e be hemû
Yek kewîn, ser kewîn, şad bîn zû be zû

Cejnî rastî ewe ye pêkewe bîn
Le willata be serazadî bijîn

Cejin ekeyn cejin ekeyn
Cejin ekeyn, cejnî weten
Helbestên din ên Helbestvanî/ê