A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Çawerrwanî
136 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Çawerrwanî

Oxey be ser çû zistanî bêjîn
Emrro behar e xunçey baxî jîn

Nizîke derçê be diyarî û xellat
Boman hellbidirê le dîwî perjîn

Ba perjîn bişkê xoman derkewîn
Le reşî derçûyn êstêke kejîn

Yaxwa baxewan baxit be ber bê
Le sayey to we êmeyiş çingqij în

Awman rûnak bû aw be çaw da keyn
Bo gêjney newroz yekcar dilltej în
Helbestên din ên Helbestvanî/ê