A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Carê Le Kiwêstan
129 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Carê Le Kiwêstan

Carê le kiwêstan le dem Kelîxan
Serxewim şkand hendê le paş nan

Jêrraxer nebû biniwim le serî
Yek dû kelermim le binda birrî

Ramxist be yadî leş û larî yar
Wek kilûy spî nazik û nazdar

Ebzutmewe ew cîrreyî ehat
Bew cîrrecîrre kewtibûme awat

Xozge leşêkî nazikî wam edî
Bellam xewê bû bom nehate dî

Emrro yekêkî leşsipî û nasik
Gummeteyî ebest wêney karasik

Be dewrima ehat, ha bigire û bêne
Weku çolekey şiwan xelletêne

Eçûm be şiwênya ew quney ekird
Ha lêre û lewê destim bo ebird

Cirrtêkî kêşa û witî: Min dinya m
Katêkim zanî her xom be tenya m

Dinyadestkewtin xeyallî xam e
Jinêk e wesllî her îhtîlam e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê