A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Bulbul Behar e
252 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Bulbul Behar e

Bulbul behare, şetaw behar e
Bang eken ellên: behrey behar e

Arayişî da be herde û kosar
Xemllî le gull da deşt û ber binar

Newroz rojî niwê le nêw cîhan da
Jînî dabeş kird be Kurdistan da

Dirêx! Beharî min eme nîye
Ke zû be ser çû gull kellkî çî ye?

Emewê xakî Kurdistan yekser
Gullî giyandarman bo bênête ber

Lawan wek lawlaw deallêne dar
Bo xakyan bibine perjînî giyandar

Ewsa Kurdistan ebê be baxê
Xwêndin tiya ebê be şewçiraxê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê