A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Bo Xizmetî Yar
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Bo Xizmetî Yar

Em şew bom rêkewt, çûme xizmet yar
Ne rêy pasewan, ne bed, ne exyar
Tenha se’atê, tenha min û yar

şew xerqey nîlîy qetranî poşa
Kelleşêr bêdeng, bangî nexiroşa

Murxî ’erş le cêy xoy hellnîştibû
Diyar bû mandûyetî rojî çêşt bû

Kakêşan barî kerî kewtibû
Reşkekayî le ser rê hellriştibû

Gay hewtewane kay zor xwardibû
Hewsarî bedest qutib spardbû

Ew şewe Leyla û Mecnûn lêk kewtin
Hêcgar le ’eşqa nedesirewtin

Awatexwazî xellik hatibuwe dî
Le rûy eflaka cûllet needî

Hellsam xom gurc kird, aza, şêrane
Nemdegut hîç kes le lam însan e!

Xerqey şewgerdîm kêşa be ser da
çakî dawênim kird be kemer da

Royîm ta geyime astaney leyl
şêtane wêney qeysekey Duceyl

Geyime jûr serî le nîweşew da
Êşikçî kenîz hemû le xew da

Be edeb pêm na çûme serînî
Maçim kird xallî lêwî şîrînî

çawî hellbirrî sewllî xeraman
Yexey dadirrî ser ta be daman

Witî: Kam bêşerim le nîweşew da
Wa hellîsandim le şîrînxew da?

Berqî ruxsarim bida le cesteyî
Hellîqirçênê endamî xesteyî

Witim: Ey şem’î rûy nazenînî
Perwaneket hat ta bîsûtênî

Min be hîway ser nehatme êre
Qurbanîyekey tom bimikuje, xêr e

şorî ’eşqî to bê tirsî kirdûm
Herçend e zîndû m, le rîzey mirdû m

çawit bîmarî be naw le ser e
Piyawkuştin le lay bîmar xeter e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê