A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Bo Sanîhey Emîn Zekî Beg
102 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Bo Sanîhey Emîn Zekî Beg

Estêreyekî geş be ziyay mangî bedirewe
Ser goyje kewt û bo wetenî xoy çiray şew e

Esllî le neslî qutbî şîmal e be rewşenî
Wek bêçuwe qutb e merkezî Zewra, nişîmenî

çend sall le Xuwam ewîst le kiçan da yekêkî wa
Lem xake hellkewê û be zeka bê, be cêy hîwa

Wa em hîwaye hatote dî zor be dillxoşî
Cînsî letîf û şî’rî sinûhatî dillkeşî

Ey Sanîhatî zadey teb’î willatekem
Nûsînî rutî to ye xellat û beratekem

Gullxenderanî bawkit û min ciwan ekeytewe
Em husn û hîsseye girewî pê debeytewe

Bawkit ke wêneyekî tirî nayete cîhan
Pêy xoş e to ke têperrî lew nûrî nîştiman
Helbestên din ên Helbestvanî/ê