A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Bo Mehmûd Axa
207 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Bo Mehmûd Axa

Ax ax û dax dax, wey wey û ro ro
Her heşt be carêk lêm hatûne so

Ay Mehmûd … axay! Siwarey me’îyet
Simêllbabirrî besam û heybet

Be wefa û namûs piyawî qedîm bû
Bo wezîranî pêşû nedîm bû

Daxekem ême qedirman nezanî
Hetaku ecel firsetî hanî

Bawerrim nîye piyawêkî weha
Lem zemane da bêtewe dinya

Bo tarîx ewey ke cergî dax e
Ellê: Ah sed heyf bo Mehmûd Axe
Helbestên din ên Helbestvanî/ê