A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Bîrî Diwaroj
186 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Bîrî Diwaroj

Ballûll çuwe lay Harrûne Reşîd
Witî: şêtêkim ’eqill napedîd

Bellam pirsêkim heye lêt dekem
Têm bigeyêne bê ziyad û kem

Alltûn û gunah, kamit xoş ewê?
Witî: Wa dellêy şêt ît derkewê

Kêt dîwe pare bida be gunah?
Ballûll witî: Min şêt im bellam ah

To ke emende le şiwên mall wêll î
Gunah ebeyt û mall be cê dêllî

Tenha gunah e wefa deniwênê
Le gorr da ewit, le la emênê

Ême bêwefayn ke le xak derdêyin
Be fîzêkewe pêy pê da enêyin

Bang eka hêwaş, pêt na be dillma
Nallit çeqîye kullmî wek gullma
Helbestên din ên Helbestvanî/ê