A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Beytî Berx
196 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Beytî Berx

Babe! Seyrî em berxe ke çend ciwan e!
Rolle ewe berxî merrî xoman e

Babe tuxwa ba em berxe hî min bê
Way lê ekem qoç lê neda, hêmin bê

Rolle to em berxet boçî xoş ewê?
Barrey xoş e û hogirim e, dûm ekewê

Wa dam be to, çonî be xêw ekey? Eyzanî?
Bîşo, çakî ragire heta etwanî

Em berxe ke be xêw bikirê û bê be merr
Le mêw û sêw çaktir boman dête ber

şîrî ebê eyxoynewe sibeynan
Sertiwêjî mastekey exoyn legell nan

Keşk û şîrêj û siwîreke û penîrî
Eyxoyt, bo kesûkartî enêrî

Xurîy ekey be cacim û popeşmîn
Be bermall û cewall, şall û serzîn

Be zawûzê pere egirin, zor ebin
Ranêkî lê dête ber nayên le bin

Ke mîwan hat serî ebirrîn, goştekey
Ne’ û new, babe! Tuxwa qet ewe nekey

Bestezman e, xaneza ye, şîrmij e
Wek ême jînî xoş ewê, meykuje

Berxêk ke ewende çakey bê boman
Serî mebirre! Nebête gunah boman
Helbestên din ên Helbestvanî/ê