A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Beharî Rûzerd
251 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Beharî Rûzerd

Beharî rûzerd, beharî rûzerd
Minîşî xiste kej û kêw û herd

Rengzerd û serşîn derûn pirr le derd
Bo ’alem şadî û bo min ahî serd

Cergim letlet e wek hêllî naw werd
Ax bo dillsozêk bom bê be hawderd

Reng hellbirrêjê le şêwey behar
Lew rengey xoş bê lay dilley xembar

Le gullezerd reng, le gullnewroz dax
Le şewnim firmêsk, le temî çem ax

Le wenewşe şîn, le nêrgiz xumar
Le gulalle xwên, dîdey şewbêdar

Le xunçey peykan, le sewisen xarê
Dill birîndar ka le dûrî yarê

Min le dûrî êll cergim xwênîn bê
çend xoş e birîn le ser birîn bê

Egerrêm be şiwên derdedarêka
Kesûkar kujraw dillzamarêka

Wek taqtaqker e ta demî beyan
Nallenallim e le ser kelîxan

Lafawî firmêsk le dûrî yaran
Serewxwar errwa wek lêzmey baran
Helbestên din ên Helbestvanî/ê