A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Befrî Spî
373 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Befrî Spî

Befrî spî ke rojî reşî bêtifaqî ye
Hênd xwênî sard e, rospîyekî suqaqî ye

Rûy wek xellûz bêdar û xellûzman giran eka
’Alem weku hetîw le destî zaqezaqî ye

Wa rêwî pêste tûknekey hellgêrrayewe
Kirdî be kewll û kellkî nebû, waqewaqî ye

Giwarey çiley çilûle ye bo xatû zemherîr
Giwêswane bestî, besyetî nore telaqî ye

Lew lawe, paredar şewî pê roj ekatewe
Mêzî qumar û dengî qetar, dewrî saqî ye

Rojêk ebê emane ke teyyî ssicilî hemûy
Hellpêçrê û billên: Eme yewmu ttelaqî ye

Ay bo ewey ke emrro beşî xoy le pêşewe
Nard û îtir emîn e ke gencêkî baqî ye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê