A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Be Zubanî Xoman Eparrêmewe
165 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Be Zubanî Xoman Eparrêmewe

Xuway gewre û buzurg, padişay rebbî niyaz
Bêhawbeş, bêkes, bêşiwên, bêhawrraz

Têgeyiştinit damê têt bigem
Pêm lê na, her to yî bê ziyad û kem

çawim hellbirrî, asmanim dî
Witim: Bê westa nehatote dî

Eger kirdewey bêgane biwaye
Eşiya bê stûn ranewestaye

Diyar e her çerxê piyaw dirustî ka
Katêkit zanî siwa û têk şka

çerxî makîney em roj û şewe
Bê hellm û benzîn exulêtewe

çewrî pê nawê, hîç jeng nagirê
Lêk hellnaweşê, destî tê nabirê

Her lew rojewe ke têk xirawe
Hêşta cerrêkî lê negorrawe

Her bew pê û dane ke bot danawe
Wa dêt û deçê hîç newestawe

Bêgurreûbirr e, bêçirpe û bêdeng
Têkrra le karan yekreng, yekaheng

To nebûytaye çon têk exra
Emane le kiwê pêkewe enra

çon çerxî gerdûn bê destî westa
Le kara ebû hetaku êsta

Aş bê aşwesta nanirêtewe
Ga bê hoy cûtyar nagerrêtewe

Sed hezar hezar estêrenasan
Ewdîw xêwetyan nedî be asan

Minîş egerrêm ke to binasim
Natdozimewe kiwêr û kesas im

çawêkim berê toy pê bibînim
Erînî-bêj nîm, kirdewebîn im

Destim pê girtûy şermendem meke
Bo bexşîn gunay zor û kem yek e

Her kirdeweyek le min rûy dawe
Le pêş kirdina lay to nûsrawe

Ke lew texteyey lay to nûsra bê
Kê rêy dekewê billê wa nabê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê