A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Bangî Beyan
313 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Bangî Beyan

Pîr û uftade û rencûr û xembar
Bê hîway jîn û jiyan nalle kar

Le dest bêdadî şay teqyanûsî
Tarîxî mergî xomim enûsî

Wek derwêşekey golî zirêbar
Kewill û postî xom kêşabuwe kenar

Merzî Kurdistan tar û şewezeng
şarî xamoşan bêdeng, bêaheng

Textî text bûbû Baba Erdellan
Kelawey kawil, peykull, berdellan

înca le qapî şay perwerdgar
Ah û henasey pîran kewte kar

Naga asoy şerq be şebeqî nûr
Wek xwênî ciwanan bû be taray sûr

Min bo ye rengî sûrim xoş ewê
Mijdey şefeqî lê derdekewê

Seday sella û bang, awazey şadî
Ew şewey kirde rojî azadî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê