A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Badarî
275 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Badarî

Ême mayey çiwar siruşt în: aw û agir û xak û ba
Em hewêne kamî ziyatir bê, be lay ewya eba

Xak û aw dayik in, leserxo n, hêminî û rûnî eden
Agir û ba zor xirap in, xullqetî piyaw têk eden

”ba” legell kewte çîkilldane û le berzî da firrî
Katêkit zanî ke ”f” û ”t” îtir hêlkî birrî

Fend û fêllit kewte rû, ey çerx! Le lam abrrût tika
Boye berzit kirdmewe bimxeyt û azarim biga

Êste zanîm boye hêlanem wêran bû, têk şika
Terze û hewretirîşqe û befir û ba sextim bika

Min ke wa berz bûmewe û kewtim, gunahî kes nîye
Boye nagirîm tê degem xokirdû we, tedbîr çî ye?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê