A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pîremêrd - Awazî Sazînasazî Zeman
325 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pîremêrd - Awazî Sazînasazî Zeman

Ay çîm be ser hat, ay çîm be ser hat!
Xoşim nazanim boç wam be ser hat

Le dûriyanî rêy hat û nehat
Rêpîşanderim le tekma nehat!!

Kewtime ser rêgay telîsmî erjeng
Gîrodey sîhrim bêseda û bêdeng

Ebînim kemayan danawe bo şêr
Goştîş bo giwêdirêj, hîçyan nabin têr

Minîş le daxî nasazîy zeman
Le cê da kewtûm bê dest bê ziman

Rengzerd û lawaz, bê yar, bê xemxwar
Eyşim la tall e wêney jarî mar

Be cestey xestey pirr derd û keder
Koney çend sallem lê kirdote ber

çawim nabînê û mat û xemgîn im
Ew çatir!! çarey casûs nabînim

Kaşka giwêçkeyşim wa neybîstaye
Her dengê ebyem!! Her nalley tiya ye

Le layê şayî û le layê roro
Le layê qumar, layê tiyatro

Em qurre reşey wa têy çeqîwim
Hêzî tekan û cûlley birrîwim

Hanam be to ye Xuway perwerdgar
Ya taqet, ya merg, ya dîdarî yar
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê