A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pêşeroj Cewherî - Li Amûdê
119 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pêşeroj Cewherî - Li Amûdê

Min keçek dî li amûdê
Wek wê nîne,l vî welatî
Wêran be mala bêbextan
Hergav û herdem û wextî

Canê herdem wê bimîne
Hisret û eşqa dilê min
Xêr nexwaz û beko bimrin
Hergav û herdem û wextî

Di şeva evîn û dilim
Dêm û rengê wê çirayî
Di gel wê me wek reh û xwîn
Hergav û herdem û wextî

Hizr û hestê min birine
Xanzadê nazik û rindê
Xeman û derdê wê xwarim
Hergav û herdem û wextî