A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Perwîz Cîhanî - Alfabêya kurdî bi helbest
641 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Perwîz Cîhanî - Alfabêya kurdî bi helbest

Were fêr be gula dil!
Gula dilê tijî ‘kul!
Were fêrî kurdî be!
Dûrî hemû derdî be!
Fêr bibe tu Alfabê!
Bi zimanê bav û dê!
A, a
A, bêje tu wekî av
Ax û ala û alav
B, b
Bê, wekî bira û bav
Bide bavê tu silav
Baş be di gel birayan
Bi tore be li ba wan
C, c
Cê wek cante û cilik
Conî û corn û camik
Cano* cante hilîne!
Coher*, qeleman bîne!
Cûcikekê bikşîne!
Perrê wê bineqşîne!
Ç, ç
Çê wek çem û çîmen e
Çinar li dor çêm hene
Çav û çeng,* çok û çene
Endamên leşê te ne
D, d
Dê dest û didan û dev
Paqij bişo roj û şev!
Pê pirçe û didanşo
Dev û didanan bişo!
Dem û dilê dayîkê!
Destî bide xayîkê!
Tev herrin debistanê!
Nas bikin Kurdistanê!
Fêr* bibin zimanê dê!
Bixwînin xweş alfabê!
E,e
E, bêje wekî Erez!
Min got û dibêjim ez
Ê, ê
Ê, wek êzing û êvar
Êzdî Kurd in li Şingar
F, f
Fê wek, fêrgeh û fêrkar
Kurdî fêr be tu her car!
G, g
Gê wek gul û gulfiroş
Ji gulê tê bêhna xoş
H, h
Hê wek Hêdî* û Hawar*
Heval, Hogir û Hevkar
Hirmî, hejîr û hinar
Di havînê têne bar
I,i
I, herwekî istiran
Yan istêra li esman
Î, î
Î, herwekî înîyê
Ew tê li pêş şemîyê
J, j
Jê wek jîn û jîyanê
Jîn xweş e gel vîyanê
K, k
Kê wek Kurd û Kurdistan
Kurd namîne li, jêrdestan
‘K, ‘k
‘Kê wek ‘ka û ‘kadînê
‘Kelem çê dike birînê
‘Ka’kil, ’kuncîyên havînê
Bavêj binê ‘kulînê
Yan ‘kavirrê ‘kurrî ‘kel
Tev ‘kûrr û ‘karikên bel
Hemû bi ‘kê ya qelw
Xweş têne gotinê ew
L, l
Lê herwekî lêv û lam *
Li rû ew in du endam
M, m
Mê wek masî û mase
Mezinên xwe binase!
N, n
Nê herwekî Newroz e
Newroz bo me pîroz e
O, o
O herwekî ordekê
Wek orîna çêlekê
P, p
Pê herwekî pişk û par
Pembo, pîzav û pincar
Q, q
Qê qelem û qelemdan
Dengê qaz û qulingan
R, r
Rê wek roj û rojhelat
Ronî hat, reşî helat
Rojbaş ronahîya çavan
Rastîyê bêje li, her gavan
RR, rr
Rêya qelew du rê ne
Wek ‘kerrê û ‘kurrê ne
Wek birrîn û firrînê
Yan jî wekî kirrînê
S, s
Sê, wek sênî, semawer
Yan sîng û sermil û ser
Ş, ş
Şê şeh û şimik û şal
Şev û şevçira û şemal
Şevbihurk û şevşahî
Şemalkan da ronahî
T, t
Tê wek tîrêja tavê
Tarî nema li navê
U, u
U wek uro* ez kurdim
Ji bo kurdînîyê dimrim
Û, û
Û wek tûr û dûr û nûr
Rûbar hene gelek kûr
Wekî Zê û Avaşîn
Dicle û Furatên rengîn
V, v
Vê wekî vik û vala
Velez nagihên hevala
W, w
Wê wekî welat û Wan
Ew welatê me Kurdan
X, x
Xê herwekî xebat e
Xêr û xweşî û xelat e
Y, y
Yê yad û yadigarî
Yekî, yekîtî û yarî
Yek bin yek û yek bigrin
Yêkatîyê ra şagird bin
Z
Zê wek Zerî û Zîn e
Zimanê me zengîn e
Hey gulên gulistanê
Şagirdên debistanê
Hûn fêr bûne alfabê
Bi xweş zimanê dadê
Vêca fêr bin rêziman
Silav li we şagirdan


Ferhengok:
Çeng: bask, mil
Lam: hinarka rû
Uro: iro, hero, ero, pirtika gazîkirinê ye ji bo mêran, hevrîşal e di gel peyva Herr ya almanî. Di kurdî da dema gazî mêran dikin dibêjin Uro, iro, hero... lê dema gazî jinan dikin, dibêjin: urê, irê, herê...
Cano, Hawar, Hêdî: her sê navên mêran in.
coher: hubir, reng
fêr bibin: hîn bibin, hîm bibin, hû bibin, bihevîzin, bielimin, hûre bibin
Helbestên din ên Helbestvanî/ê