A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pertew Begê Hekarî - Şibhî Husna Dîlberê
306 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pertew Begê Hekarî - Şibhî Husna Dîlberê

şibhî husna dîlberê canî çû mehrûyan nebû
Remz û enîn û ara mîslê cefacûyan nebû
Sêhr û efsunê di çavan resmê cadûyan nebû
Zulm û ew cewr û setem teşbîhê bedxûyan nebû
çîn bi çînin zulfê di mîşkîn hewce ebrûyan nebû

Xwînxwer û xwûnrêj û xwûnê qatil e ew mehleka
Meyxwir û mexmûr û mest e serxweşa can ez feda
şehsiwarê sir û kêr e seydê bendî merheba
Sed wekî min fîl û aslan kirne zindana bela
şubhê şêrê dil kesek ma seyda humanan nebû

Gulîzar û gulrex û gulçehre û gulpîrehen
Sîmîsaq û sînesîm û sîmber û sîmînbeden
Xunçepustan, xunçeleb, xwe xunçe û xunçedehen
Tensemen arîdsemen sertabiya siyasemen
Ev letafet ev nezaket qet çû dilcûyên nebû

çûye geştê dilbera min wê derengî bû nehat
Qet ji Yûsiv bo dîlê Yaqûb min yek bû nehat
Kuştim ez vê intizarê ew meha mehrû nehat
Yek îşaretek nekir ku bo min ra jî ebrû nehat
Kafir e bêrehm û îman lewme bedgoyan nebû

Bo ebîr û enber e ya bo binefş û bo gul e
Afîtab e mahîtab e şemseya mehra dil e
Gujdîm e ya `eqreb e dûvînk e yane kakul e
Eşbeq e yane agir e yane belayek muşkîl e
Yane terzek taze ye sîma meyan muyan nebû

Aşiq e ya mest e Pertew dîn e ya dîwane ye
Teyhû ye ya qumrî ye ya bilbil û perwane ye
Ya xerdmend e qewî ya aqil û ferzane ye
Ya d nîva aşiqan Pertew dîn e ya dîwane ye
Lew ku mîslê wî kesek der kuçe û koyan nebû