A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pertew Begê Hekarî - Lazim Li Me Werda Zeban
179 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pertew Begê Hekarî - Lazim Li Me Werda Zeban

Lazim li me werda zeban
(Subhane la `îlme lena)
Wî daye me dersa ezel
çêkir ji me ra erd û sema

Canê heqîqî afirand
Pê libsê mecazî sewirand
şewqek ji nîvê satîrand
Alem bi wê kir mubtela

çûn can û soret cismek in
Maşûq û aşiq îsmek in
Her yek mecazê îsmek in
Ew ibtidata û inteha

Ayîneyê husnê nîhand
Paşî xwe batin tê numand
Mala mi lewma satîmand
Bi wê resm û ayîneya weha

Gotin bi wê zulfa çu hey
Bi qewlê Xweda yê ferd û hey
Bûne ji qetîlanê te hey
Ba rizq û fîrdewsê `ela

Geh naz û gahî îşweker
Geh remz û gahî cilweker
Geh xemzegahê pêşweker
Her yek ji yek dîger `ela

Pertew wekî şemsa wî dî
Tîz ma xwe da şem `a wî dî
Canmestê der `ezma wî dî
Perwanewar û zeresa