A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Perîşan - Dayê
233 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Perîşan - Dayê

Dayê îro min berde
Bê dengî êş û derd e
Dayê divê bibêjim
Kulê dil ez birêjim
Me berda rêça gela
Me da pey şêx û mela
Em ketin derya bela
Dayê te got min bela
Dayê divê bibêjim
Kulê dil ez birêjim
Bi nivişt û nifira
Naşke pişta gawira
Hevîrê tu distirê
Bi tirsê bi hêstirê
Nanê wî qet ez naxwim..
Ji dijmin ez danaxwim..
Dayê li min bibûre
Xwîna dilêm difûre
Em tev de bûn Misilman
Me jibîr kir niştiman
Me pir girêdan şaşik
Nebûn tac man paçik
Gel tev bûn paşe û sultan
B`tenê kole û rêncber man
Bawer bik Salahedîn
Bikêrnayê ol û dîn
B`azadî ger em bijîn
Hêjaye b`hişta rengîn
Dayê ma heya kengî
Ev bê lebat û bê dengî
Êşa min ne lorîn e
Dergûşê nehejîne
Dayê em tên xapandin
B`hovîtyê tên şikandin
Ala spî aştî ye
Kefenê gel hemî ye
Aştiyê ez naxwazim
çimkî ne serfiraz im
Mi navê dîmuqrasî
L`xwe nakim vî kirasî
Kirasekî rengîn e
Lê dibin de birîn e
Birînek pir kevnar e
şûna şûrê neyar e
Dayê ev davek nû ye
Sitemkarî deh rû ye.
Dayê divê bibêjim
Kulê dil ez birêjim
Napirsim ji Hîrodot
Tev bû derew tiştê got
Ka kardox ka Mîtan
Ka Mîdya ka Kurdsitan
Kanîn Kurdê qehreman
Tev de laş in bê rewan
Piştî ku em ketin xew
Tevde bûn vir û derew
Dayê ez qet narûnim
Kezyê jina nahûnim
Ji dîrokê napirsim
J`pêşerojê bitirsim
Ditirsim em nebin yek
Ku bilîlîne felek
Ku bibin sed çarperçe
Qamişlo bibe Helebçe
Dayê ez qet nawêrim
L`pêşerojê binêrim
Ka rewşen ka ronahî
Ka dilxweşî ka şahî
Ka dengê bilbil xweş tê
Piştî reşê şevreş tê
Dayê li min bibûre
Xwîna dilêm difûre
Va dugherin navê min
Va kor dikin çavê min
Pêşî d`gotin min cîran
Va dibêjin min mêvan.
Bûme xerîb li welat
Dil bi axîn û şewat.
Ey neyarê sitemkar
Ey dijminê koledar
Dengê dilê min tê te
Volqan e ar û pêt e
Ne lawir im ne hov im
Ez kurd im xweş mirov im.
Wek zanim tu dizanî
Ne mêvanim tu mêvanî
Danaxim serê j` pola
Maç nakim pê û sola
Ez kurd im bê dewlet im
Tu min bixe zindanê
Tu l` min bike lêdanê
Heye ez bikim fîxan
Lê bi kurmancî bi zan
Ey neyarê sitemkar
Ey dijminê koledar
Kurdistana me roj e
Wê dilê te bisoje
Ger Tîrêjek çû bi xem
çil melyon Tîrêj in em
Perîşano de rûne
Dijmin va dev bixûn e
De rakev wek vî gelî
Bes bixwîn vî rûpelî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê