A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Pablo Neruda - Şeva Li Ser Giravê
164 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Pablo Neruda - Şeva Li Ser Giravê

şevê gişî ez bi te re raketim
nêzîkî derya, li ser giravê.
Kûvî û evînok bû tu di guhertina nav bijokiyê û xewê de,
di guhertina nav agir û avê de.

Belkû xewnên me dereng, gelekî dereng
dibûn yek,
bilind li ser
yan kûr li bin,
li bilindî wek şaxan, ji ba bi xwe dihatin leqandin
li kûrbûnê wek qurmên sor, digîhan hev.

Belkû xewna te dev ji
ya min berda
û li ser derya reş
li min digeriya
wek wê demê,
dema ko hîn tu tuenbû,
ko min te derbaskir
bê ko ez hayê xwe ji te bînim
û li çavên te digeriyam,
tiştê ko ez nûha
- nan, mey, evîn û hêrs -
bi destên tije didim te,
çinko tu ew piyal i
yê ko li bendî danên jiyana min i.

şevê gişî ez bi te re raketim
dema ko erda reş xwe bi
zindiyan û miriyan digerand,
û di dema hişyariyê de,
di nîvê tarîbûnê de
zendê min bi newqa te girt.
Ne şev û ne xewn
dikarîbûn me ji hev vekin.

Ez bi te re raketim, û
di dema hişyariyê de,
devê te
- nûh ji xewnê filitî - ,
çêja axê, av û kevz,
bingeha jiyana te,
da min
û maçek gîha min,
di torekî ji şeveqê de,
wek ko ji derya tê
ya ko li vêderê peşkên pêlanên xwe bi me werdiki

Wergêr: Sîrwan Hecî Berko
Helbestên din ên Helbestvanî/ê