A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Serê Şêr
216 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Serê Şêr

Bûye meselok di nava kurdan
“ Kûzê ji axê nagre ava zêr,
Cendekê pisîk navê serê şêr”.
Mîrekî kurdan xwedî nav û deng
Bi xwedî dikir şêrekî çeleng
Li ber dilê mîr gelek xoşewîst
şêr jî hezdikir ji xudanê xwe
Sipartibû wî dil û canê xwe
Carekê da pê kovîkî sitûr
Di tirang de ket nav gelîkî kûr
Pîjekî pir tûj qefsing jê kun kir
Dilê şêr hingavt di wê gavê mir
Vê bûyera han dilê mîr êşand
Bo vejîna şêr civînek gerand
Keser dikêşan tev agir û pêt
Digot: nikarim bê şêr rawestim
Bêhna xwe bigrim li mal dawestim
Divêt were vejîn şêrê wefakar
Wezîrê wî got: “ serê te xweş bî
Mirî ranebûn, nabin tucaran
Navê xweyê çak nexî ser zaran ”
Melayê mîr got:” Mîrê serfiraz
Ji mêj dinasim peyakî sêrbaz
Di sêr û sîmya derya û dana
Heye bikare şêrê te rake
Bi zanîna xwe dilê te şake “.
Mîr got: “ vejîne vî cendekê şêr
Ez dê bidim te bi hezaran zêr “ .
Sêrbaz digotê: “ min hêvî nîne
Ji ber ku cendek ji dil birîne
Bê dil navejî, najî xwedî can
Heke te bivê mîrê Kurdistan
Serê şêrê te jêkim hilînim
Li ser cendekê pisîkê dînim
Wê hêdî hêdî girs bî wekî şêr
Dê pê dilxweş bî, ne hinde bêkêr “.
Mîrê bêçare qîma xwe anî
Sêrbaz serê şêr jêkir hilanî
Da ser cendekê pisîkê belek
çiqas ku sêrbaz vejand serê şêr
Serê bi rûmet gelek daket jêr
Durvê wî nema durvê şêran bû
Cendek biçûçik serî giran bû
Segan dinasîn cendekê pisîk
Bera wî didan tûleyên çûçik
Serî diborî, cendek direvî
Tevgerek holê bi hev nakevî
Serî û cendek tucar nebûn yek
Dawî xwe negirt serê bi rûmet
Cendekê pisîk berda bi dûr ket

10.04.1969
Helbestên din ên Helbestvanî/ê