A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Şerê Elo
137 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Şerê Elo

Digot: “ bira tu zanî, min şûr nîne di kalan.
şikestîbû di cejinê, berî vê bi du salan,
Lê naxwazim bê gotin, Elo maye destvala,
Wî ne şûr û ne mertal, di nav koma hevala,
Bi kêr nayê dizanim, bi vî gordî nabe şer,
Lê divê tu bawer bî, pê dixapin gelek ker,
Min navê pê biçim şer, tol û dozan hilînim,
Lê naxwazim tucaran, ji dawetan bimînim,
Goşt û birincê bixwum, têkevim nav şadiyan
Eger em baş binêrin, îro di qada welat,
Gelek Elo tên dîtin, bûne nandozê xebat,
şûrê wanê piştbiderz, bi yek derban şikiyan
Ji qada şer derketin, li ber dijmin reviyan,
Bi navê gel daxivin, di quncikan sergiran,
Xwe nadin cihê bitirs wek qeşmerê pehlewan
Di çav wan de ku xebat, tenê bikin dirredirr,
Gava hinek têkoşer, di rêya gel biwestin,
Ji bo daxwazên Kurdan li pêş neyar rawestin
Xwedî gordên şikestî, bi bêbavî û derew,
Zû dirêjî wan dikin, pê de dikin rewerew,
Rojê li ber derîkî, dê biçêrin bixwun nan,
Helbestên din ên Helbestvanî/ê