A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Serbilind
295 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Serbilind

Rabe xortê ser bilind roya me wa hilat,
Guh bide dengê Kurd tê ye ji rohilat,
Guhdarî têrnake, divê em xort û kal,
Bi xebat, bi tebat tê bidin can û mal,
Canê me bo welat gorî ye her û her,
Destê me bi qelem, xencer û şûr û çek,
Em hemî yekraman, Pêkhatî lek bi lek,
şoreşê geş bikin, vejînin xortê şeng,
Dakevin qada şer bi halan, qîr û deng,
Wek lehî di çiyan bi êrîş bêne xar,
Damalin neyaran, perçekin tar û mar,
Ala xwe hilvedin, hilvedin ber bi jor,
Pêl bide şev û roj, gewr û zer, kesk û sor,
Sond dixwum bi rûmet, bi welat û yezdan,
Dê bijîm serfiraz, serbilind di cihan.

1959
Helbestên din ên Helbestvanî/ê