A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Qelsok
129 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Qelsok

Qelsok, ji bo çi hinde tirsok û newêr î ?
Hingavt dilê te tirseke xurt çavdaye jêrî !
Gava hinekî teng dibe dinya li serê te,
Tête guhartin ji rêya rûmetê berê te,
Tirsîn di cîhan ne rêya gîhan û felat in,
Xurtî, mêranî, her gavê dermanê xebatin,
Tirsê tucaran kes negîhand warê azadî,
Bizdok, bêzirav tênagêhin ka çiye şadî,

12.12.1962
Helbestên din ên Helbestvanî/ê