A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Marşa Xortan
245 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Marşa Xortan

Kurd in em şêrên çiyan in, de bijîn serdest û gûr
Doza me tola welêt e, bistînin bi qevdê sûr

Heya dih me xwe nenasî, lê îro bûne şiyar
Dêhrifme sibna Kurdan, çi çiyan lat û zinar

Da ciwan qenc zanibit ko, Kurd êdî nabin zelîl
Nema datînin serên xwe, namînin bindest û dîl

Em welatiyên ciwan in, wek piling dikine qîr
Me divê yektî û xurtî, naxwazin bend û eşîr

Ji îro pêve di Asiya, serdestî dora me ye
Dê jêkin hemî serên ko, nebêjin va her we ye

Destê me şûr û tifing in, şopa me xwîn û mirin
Xortino rabin dem nîzik bû, bo felatê şer kirin

şam, Taxa Kurdan 21.07.1940
Helbestên din ên Helbestvanî/ê