A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Marşa Felatê
216 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Marşa Felatê

Daxwaza me, ramana me, girtina welat,
Me jîn navê bi bin destî, her divê felat,
Welatê me Kurdistane pêgera şêran,
Ew qada şer û nijdan e landika mêran,
Ji navê me tête zanîn, şelpên mêranî,
Ma hewceye ku em bêjin, cihan dizanî,
Ji Keykubat heya digêhe Astiyaxê zor,
Med serdest bûn di Asya de jêr û jor,
Bizdandî bûn Selahedîn heft qiran bi şîr,
Piştî wî jî di me rabûn pir şah û emîr,
Me bav û kal ketine xwe serekî dirêj,
Dirêjî nav welêt bûn pir destên qirêj,
Me fêl eve ku bibirin wan destên zorker
Sêzda salin xwûn dirêjin ji xwe û neyar,
Xebata me her dê ev bit, şer û mêrkuştin,
Em leşkerin sond xwarîne ji bona welat,
Min jîn navê bi bindestî, her divê felat.

28.07.1938
Helbestên din ên Helbestvanî/ê