A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Lawê Gel
208 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Lawê Gel

Lawê gelê min, bes tu ma ye qels û nivistî,
Di warê xebat, ji bo welat gelekî sist î ,
Bêgane ma ye ji mafê gel, ma tu naêşî ?,
Ha xortên cîhan bi hezaran xwe didin kûştin,
Holê dikarin gel vejînin bi rûmet û şan,
Qîma xwe nanîn bi bindestî, divê aza bin,
Ji bo van kesan, di nava gel, qet mirin nîne,
Dîrok dibêje: Kurd jî berê pir fedakar bûn,
Iro dibêjin xortên zana ew tev şiyarin,
Ji bo xebata nava welêt tev de li karin,
A rast, nabînim di nava wan şopa xebatê,
Hin daxwazên gel ên biçûçik bêdeng bixwazin
Ma kînga welat bi gotaran tête sitandin?
Haya wan û gel ji hev nîne, dûrî hevin ew,
Xortên me li vir dipeyivin, gel ketiye xew…
Hinek ji wana aliyê çep, hinek jê rastin,
Bi vî awayî gel û welat nayên parastin,
Rast û çepên wan ramanê ji derve distînin,
Wek bav û kalan têne xapîn, ne dûrebînin,
Rast û çep hene, her dê hebin, lê ne wekî wan
Bêne girêdan, bibin dûvuk bo xwedî raman…
Ez bixwe çepim, çep dimeşim, dê çep bimînim,
Bi ramana xwe di çepiyê qencî dibînim,
Ne bi terî bim ji bo çepan doza xwe berdim,
Gava bi xapim di vî warî teqez ne merdim,
çepê mafê min bi zor bixwê ew kolîdare,
çawan dibe çep ? Ne mirove, ew segê hare,
Ne yê bîra we kû ez bêjim ro ava başe,
Kû wê hêviyê ji min bike gelekî şaşe,
Tenê dibêjim herdû serî ne dilovanin,
Ji bo kara xwe sitemkarin wekî guranin,
Ji mere divê nebin dûvik, em ji bo xwebin,
Bo parastina giyanê xwe jîr û zana bin,
Mebin neyarê hêlek ji bo xatirê yê din,
Dostê neyarê me kîye ew ji bo me dijmin,
Ne dûre îro yek bibe dost, sibe neyar be,
Neyarê îro me dikuje sibê bi yar be,
Ji lewre divê jîr bilivin neyên girêdan,
Helbestên din ên Helbestvanî/ê