A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Kerê Dengbêj
411 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Kerê Dengbêj

Dibêjin li nav şêrwan
hebû yekî bazirgan.

Wî hebûn hêştir û ker,
tev bi hawid û semer.

Ji wan dudo bûbûn jar.
Nema bi wan dibû kar.

Her du berdan dora gund,
da biçêrin bibin rind.

Hêştir rabû gote kêr:
Tu guh bide min camêr,

were ji dest mirovan.
Em birevin nav govan.

Nema baran dikêşin,
ji bona wan diêşin.

çûn cihekî nependî.
Ne bazirgan û gundî.

Serkî tev çêriyan,
di newal û hêriyan.

Dema ku bûn xurt û têr,
bû çirrîna qula kêr.

Digot: birakê hêştir,
ji mêj va min deng nekir.

Dilê min zor şa dibe,
zirrîn li min radibe.

Hêştir got: ho kerê nêr,
bi zor zikê me bû têr.

Tu hevalkî neçak î,
dê xelkê li me rakî.

Wê cihê me fêr bibin,
hêştir tevî kêr bibin.

Dîsa têxin bin baran,
D’pa ra lêxin bi daran…

Kerê nêr got: nizanim,
nema bi xwe dikanim.

Heke niha nezirrim,
dê biteqim biçirrim…

Bû zirrîna kerê reş,
hêştir got: sihet nexweş.

Ker zirrî, bihîst şivên,
zû xeber da bazirgên.

Hatin her du birin çûn,
jê herimîn war û şûn.

Bi rê va ker westiya,
xwêdan giha hestiya.

Bazirganê hîlebaz,
bîr nedibir west û naz.

Got: ev hevalên hev in,
sûc û gunê wan tev in.

Divê çîçkî biêşin,
ew hev û din bikêşin.

Rabû ker li hêştir kir.
Ji çiyê daxist û bir

Vê car hêştir westiya,
can ji cendek kişiya.

Got: ho kerê guhdirêj,
roja ku tu bûyî dengbêj,

min ev dongî dizanî,
lê te bi xwe nikanî.

Niha jî dor hate min,
dê bidî canê şîrin.

Dikim bavêm tepikan,
çîçkî bidim lotikan.

Kêr wê gavê bîr dibir,
ko b’zirrînê neçê kir.

Digot: hewar û eman,
di min nekî van tiştan.

Tu hevalekî zor î,
di sûcê min biborî…

Bû zarrîna kerê reş,
Lê mixabin diçûn tewş.

Hêştir dida lotikan,
hol bû di ser kortikan.

Bar qulibî hate jêr,
şikest dest û lingê kêr.

Hêştir çû, ker li wir ma.
Bû xwarina gur û sa.

Kesê bêdem bizirre,
an jî bilind bifirre,

bi wê teqez nabe mêr,
wê bighê dongiya kêr
Helbestên din ên Helbestvanî/ê