A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Keça Min Hîvron
598 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Keça Min Hîvron

Sersala te min ne dît va hat sersala cîhan
Gelek bi nav û deng e nemaze li nav Kurdan
Xort û mendal radibin digerin ew ref bi ref
Pîroz dikin gundiyan digel wan zirne û def
Ew xortekî zirfîze vedibjêrin dikin hirç
Ser çavên wî reş dikin pişt û sînga wî tev pirç
Ew ne wekî hirçên te biçûk, xweşik û delal
Wek dehbekî zirtone digerînin mal bi mal
Bi dîlan û dîlokan ew diborin sersalê
Hemî yekdeng dibêjin: pîrê rabe ber malê
Ka tiştekî bide me pê sersalê ava kin
Dilê hinek belengaz bi dayîna te şa kin
Sersal di nav gundiyan holê bi ken diborî
Tenê hirçê zirfîze di bin daran dizûrî
Sersal li nik me wa bû çeleng keça kalê xwe
Di ber min ve ramûse herdû çavên xalê xwe
Bi dilekî pir hezrîng radimîsim çavê te
Pir silavan dişînim ji bo dê û bavê te

*Ji pirtûka wî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê