A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Huma
234 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Huma

Mirovan nizanîn binasin Huma
Nizanîn, nizanin, ji bo çi, çima?
Di vê rê hemî kes wekî hev nebîr
Kerixîn çi nezan, petixîn çi jîr
Me didît gelek jîr nenasîn Xuda
Hinek jê bawermend ji wan bûn cuda
Nezan jî wekî wan ji hev bûn du bir
Nenasê wî hindik, bawermende pir
Nasîna Huma ne çîroka zanîn
Divêtin ji bo vê binatîk danîn
Pêxember hatin çûn, gelek peyv kirin
Nizanim çiqas lek di vê rê mirin
Nikarîn salix din Humayê bilind
Ji bona mirovan bi awakî rind
Rê dadan li pêş me, vekuştin raman
Ji lewre neramîn, nenasîn Xudan
Ecêb mam ji rewşa kesên xwespar
Naşên ew ji a rast bigerin tucar
Ji bo çi zaneyên berî me nexwest
Bigerin, bibînin, bizanin a rast
Heya çi demê em dê wa gêj û şaş
Nenasê Huma bin, bimînin li paş
Divê em ji kesan bê perwa û tirs
Bigerin, biramin bi gotin û pirs
Teqez dê binasin Humayê bi şîn
Dê hinga bikarin bibin xweyî dîn.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê