A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Ho Xwendayê Kurd
474 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Ho Xwendayê Kurd

Ma zanî çiqas gelê te şaşe?
Ji ber şaşiyê gelek li paşe,
Ji hezar salan ew her bindeste,
Ji ber ku bêvac ramanpereste,
Wî ramanek nekir çira derê xwe,
Herwekî hefsar êxist serê xwe,
Holê bi serî dihat girêdan,
Dîl û şerpeze di nava cihan,
Nexwest bi serê xwe ew birame,
Ji lewra heya îro xulame,
Serdarê wî her beg û axa bûn,
Rênasê wî tim şêx û mela bûn,
Ewbûn peyayên di nav me xwenda,
Wana rê li ber me kirne wenda.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê