A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Ho Xort
341 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Ho Xort

Ho xort!
Xortê kurd.
Pêşengê xebat.
Hêviya welat.
Kurê bav û dê.
Ji bo azadî.
Ji bo serbestî.
Bi şev û bi roj,
me divê xebat.

Heval û hevrê !
Azadî bi dûketin e.

Berî her tiştî.
Ji her ramanek,
ku me bi dûr xe,
ji armanca me.
Heya em navên,
ramanên cankuj,
di nav serên xwe.
çawan sar dibe,
ev tivanca me?!.

Hin ji me
bawer in ku,
azadiya welêt
ji neyaran,
ji zorkeran.
Ew e serxwebûn..

A rast.
çi ramanek kevn.
çi ramanek nû,
ku me girêde.
Me dike kolî.
Ew e wendabûn..

Divê em,
berî her tiştî,
bi nêhrîna xwe,
bi ramana xwe,
aza bin serbest..

çiqas em
Bêne girêdan,
bi ramanên xelkê,
li ser rêya wan,
dê bibin bindest..

Bo çi tu
xwe qels dibînî,
kêmtirî xelkê ?!.
Dûvik û terî,
şermende,
reben û bêkêr?!:

çi roja,
ku bûye şer,
ku bûye ceng,
tu bû serdar.
Tu bû nijdevan.
Her tu bû piştmêr..

Ji bo çi
tu bikî,
xelk bixwe ?!.
Her ji keda xwe
Bimînî bêpar?!.

Ji dilpakî.
Bi dilqencî,
beyî xapandin?!:
Bimînî li paş?!.
Xulamê neyar?!

Bese ho!.
çavê xwe veke!
Da ku carek din,
wekî her car,
neyî xapandin..
Baş binase
rêya xwe,
armanca milet.
Da giyanê kurd bête vejandin..

Azadî,
Ji bo te,
ku bi tu kesî,
bi tu armancan,
neyê girêdan.

Yek armanc.
Yek rêzan.
Xebatê bikî
Ji bo Kurdistan..

Ji bo îro,
Ev gotin bes in.
Heke zanibî,
Ji min bibhîze şîreta biran.
An na.
Dê bê xapandin.
Ji dilpaqijî,
bibî part ji bo rovî û guran..

Ji dîwana Bahoz, şam, 1956
Helbestên din ên Helbestvanî/ê