A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Gurê Pîr
430 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Gurê Pîr

Dibên li nav Xidirsor,
di binhêla Kawê jor,
gurek bûbû pîr û jar.
Pê nedibûn raw û kar.

Dît gurekî pişt hêşîn,
şeng û oflaz û narîn.

Piştî hal û xatiran,
şor kirin her du guran.

Yê pîr digot: Birazî!
Tu mêrekî xêrxwaz î.

Rawekê bo me daxî,
sifra xwe li vir raxî.

Ser û peyan bi xêr kî,
zikê mamê xwe têr ki.

Tezîk da xwe gurê şîn

gotê: Mamê dûrebîn!

Tu kalekî dilçak î,
malbata min nas nakî.

Ger zanibî warê me,
keleşiya karê me.

Em rêbirr û mêrkuj in,
xwîna neyar dimijin.

Fermû were li pê min,
dê zanibî carek din

şelpên gurê pişt hêşîn,
bi çavên xwe tu bibîn.

Rabûn her du bi rê bûn,
rêya bajêr girtin çûn.

Yê pîr bawer ne dibû,
lê ji şerman li pê çû.

Bazirganek li pêş dîn.
Zer bû gurê pişt hêşîn.

Rast ajot nav dewaran.
Peya hatinê bi daran.

Yê pişt hêşîn direvîn,
giş li yê pîr dicivîn.

Gihîştinê di pa ra,
lê xistin ji xwe û xwe ra.

Bi zora lingan reviya,
xwe avêt nav deviya.

Dema birîn dibûn sar,
dest û ling jê bûne dar.

Welê mabû nîvmirî,
dil jê xav bû bihirî.

Rastî wî hat gurê zer,
hilmiştî û dîlawer.

Li gurê pîr silav kir,
jê pirsî hal û xatir.

Yê pîr çîrok jê ra got,
dil û kezeb ji xwe sot.

Derdê gurê pişt hêşîn
hemî jê ra da zanîn.

Wî got: Mamê bextereş
Ma te nîn in eqil û heş

çawan gurê pişt hêşîn
Yên wekî te dixapîn?!

Ger te divê bibî têr,
li tevdîra min binêr.

Ev e kalek diçe êş,
Kurrî maye, ker li pêş.

Tu kurriyê birevîn,
hemin kal ê te bibîn.

Dema ew bê ji bo wê,
dê ji ber kim ûrê dê.

Gava bibîn vê derê,
wê vegerre ser kerê.

Heya ew xwe bighîn ser,
dê biçin kurrî û ker.

Kalo dê bi destê tal,
zû vegere here mal.

Hînga em ê herin ser,
zikên xwe tev bidin ber.

Gurê pîr got: aferîn,
min eciband ev zanîn.

Tevdîr ê cih bibîne,
kal ê bê ker bimîne.

Hûn gurên zer çi şeng in,
her dem bi nav û deng in.

Rast jî bi wê tevdîrê,
her du gur çûn nêçîrê.

Ker û kurrî dikuştin,
bar li erdê dihiştin.

Kalo dikir barebar,
her du guran goşt dixwar.

Gurê pîr zik kir texer,
bi tevdîra gurê zer.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê