A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Cejnepîroziya Welato
425 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Cejnepîroziya Welato

Dizanim cejne hat îro heval û hogirên te gişk
Direvin himbêza bavan nola berxan û makan pişk,
Bi vê ve hevde cejnên me kuta bûn holê dûrî hev,
Ko bextê reş weka termê rojên me kirine tarîşev
Te îro ne dêye ne bav hemî biyan stoxwarî,
Tu bê qey ev ne bes bûn ko bû mêvanê te zîvarî,
Di her all ve dilteng î birînên te bê derman in,
Ji bîr meke di rojên teng mêranî zirt û halanin
Tu lawê miletê Kurdî, ji bo te rojek şayî,
Heye diçerxa dinyayê wê gav ewr ê bibin sayî
Mezin be da ko wê rojê ez û tu gurmikan bi hev din,
Bi pozên çapliyên devreş newal û deviyan tev din,
Neyaran bikujin bê van bi carê tovên wan rakin,
Welatê ko xopan bûye ji nû va şên û ava kin,
Di xarin aleke rengîn di nav gorna bavê min,
Dê hingê bêjim cejna te pîroz be li ser çavê min.

Hema, 16.1.1934.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê