A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Sebrî - Berdêlik
416 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Sebrî - Berdêlik

(Ji Qerdî Canê Canbira re)

Jiyîn xweşe bi xurtî
Li Kurdistan bi Kurdan
Bav û biran; çi bikim?
Hemû min tê bi dirdan..

De rabin li me tu zanî
Rim nîne giş nizanî
Xopan kirin Kurdanî
Ev teral û nezanan

Hawarê, xweş awakir
Dilê Kurdan pê şakir
Zar û ziman ava kir
Jîn û xweşî belav kir.

Kaniya Ereban, 18/5/1932
*Kovara Hawarê, weke bersiv ji Qedrî Can re hatiye nivîsîn, bersiva helbesta Qedrî Can `Hawar Hebe Gazî Li Dûye` ye. Di sepana me de ew helbest jî heye.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê