A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Mehmed - Vegera Bêsêv
229 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Mehmed - Vegera Bêsêv

Dema ez diçûm Bazinê Taqa
Dema tu lê bûyî
Ji bîr nakim, na
Gava min te şibandibû qumrîkên ser wan şikeftikan
-şikeftikên ku hetav li lotikan bû tê de
û bi kêzikeke hecê re germ bû dilê me-

(marê te wê bê min qey
Min hin ji ava hewtikan negihandibû destên te?!)
Gava tu dihatî wî kavilî
Kêliya ezman ji rengê şikeftikê vediguherî rengê pêz
Te gazî min kiribû
Ji bedêla min bazek hatibû
Di ser serê te re bi qîjeqîj
Xwe li nav çavên rojê dabû
çavên te zeviyên li bêbaraniyê
Ku tê de ne siya hejîrê ne ya tûyê
Li rûyên şewitî yên dildarên te

Barana sawa te bû wê gavê
Di wîşerî de
Xwe li wan taq û stûnan
Kiribû şape
çend çûke din ji lêvên te bi firê ketibûn
Ji dîna rojê dûr
Te ew nedîbûn
Heta serê hespê min
Xwe dabû der ji Borê Qasim
(ji kelehên xwedê min
Xwe berdabû jêr!)
Ji zû ve pûç bûbû sêva ku te dabû min
û min, axx
Di dawa te de ji bîr kiribû
Beriya ku ez herim

Ez ê bi keziyên te xwe bixeniqînim
Hê ku neriziyane
Min bikuje
Hespê min ne yê lehengan e min bikuje
Ez nefirîm ser serê mirinê

Reş bû mirin
û bi keziyên reş e
Ew ava ku car din vexwim bi lêvên te
Tama guleke reş
Bi gula
reş e dîdariya min
Bi temamê çavên te re
Li şeva reş im
çogên min li ser axeke nenas
Dilê min li ser sêva ku te dabû min
Rûyê te bi heyvê vedabû berê
çavên min li delaliya rûyê te
Li ser pelê gulê me, xwîneke xunavî
Hê pûç nebûne dem
Hê ku neriziyane dil
Were xwe li stûyê min bade ey kezî
Li nav bazin û taqên ketî