A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Mehmed - Pariyek Ji Zemên
181 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Mehmed - Pariyek Ji Zemên

Tu û newal tevîhev dibûn
Tu û kavil bi ser xwîna min de gêr dibûn
û tu baş dizanî ji dûrayî:
Li Girê leh hewayeke xweş bû
Hênikayiyeke dilhisisên bû li sinê tavê
Ewrên gozelli guhera tozê
Li ser bejna zirav a diyarê çêrê

Tu û guher
Ku hûn ji siya sin dûr diketin
Ez û tav
Ku me sûretê bèrbangê li soringê didanî
Ewr û toz
Ku bayê Niha wan li hev dizîzikand
Ez û tu
Awirên me li şikefta Berehînê
Gavên me yên berepaşkî li latê
-li hêlîna xewê...
Em li Keleha Qeretajdînê
û te hilma xwe bi meşa hespê kulek
Ji ser dîroka qulibtî radikir
Ber bi du qurmikan dianî

(Ew hejîra berrî jî heye
Ku nema ditirse
Ne ji xwendina kewê
Ne jî ji mitaleya pepûkê)