A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Mehmed - Ji Ber Kulehan Mayî
145 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Mehmed - Ji Ber Kulehan Mayî

toz ez bim ezê wê çawa bi ma’ne bikim
kevir pahniya şevê be li ser eniya min

giyayekî ji min xweş nemaye
şewqeke tehl daye eniya min
hatin kuleh di ser bajaran re
ne li ser pelekî mame ne jî çiqlekî
min çawa xera kir
çola min ew di destên xwe de dibir û dianî
vê carê kulehan jî tu tişt nepirsî
bihûrîn di nav zeviyan re

toza ku tevnepîrek vegirtiye ez bim vêga
şevê rakiribe pahniya xwe ji ser eniya min

bayekî min bibe nemaye
eniya min li rex jibîrbûnê razaye
mêşa ku ji zû ve kişiyaye tevnê
hêdî hêdî dimire di devê min de

29ê Gulanê 2007, Stenbol
*Ji twittera wî: @kasyannn