A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Osman Mehmed - Hejîra Maran
200 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Osman Mehmed - Hejîra Maran

Ji bo Firat
1.
Dîloka ku te diva
Dilopek ji xwîna karxezalan
û ji aciziya dara berû
Rimekî nehejandî di şerê şervanan de
Nabêjim wê dîlokê na
Kesera dil narijêm bo du deriyan
Ku dîsa vedibin li bindestiyan

2.
Serê hestiyekî du hestiyan
Bêhnpêketin li bêdemiyê

û li paşila reş a kavilan
Mîrûyan dibîne Hejîra Maran
û keviran
(ku bi hestiyan re xweş li hev dikin)
Ji bêhna xwe dikeve
Ji hejîrên xwe -yên kes wan naxwe

Serê kortalekê du kortalan
Rizîbûna dil
-koçer, çima wiha diçî bêyî min?

(ezman dawa xwe bi serê xwe dadike)

3.
Dilê min dirize
Bi her rêzika vegotina te re
Li nav hestiyan li bin siya hejîra te
Ez im difetisim
Berî birize dilê te jî
Here rûnê li Sinê Doşanê -li hember Dojehê
û ji Anahîta re tu bistrê:
Bi ser venebim nebînim şopa Mem
Nebînim di tariyê de wê Roja Zer
Ew kokel bim ew birc ew dukezî
Bi Zîn li pey Mem
-eynî wiha siwar liBozê Rewan
Ji mij û moranê wê de kuştin e
Kuştin e bi bêdengî bi şahî
û deqa reş e rûyê reş e lisînga dîrokê êdî
-ew dîroka nayê zanîn ji wê Niviştê pêde

Lê hetikîm ez hetikîm
Dema li nîvê çolê sekinîm
û min bi nav kirin hezar rewşên te
Hezar navên te bi lêv kirin bêfedî
Mixabin min tu nedî bi çolê
Min tu nedî mîna xewnê mîna Mecnûn
û li ber derya tîbûnê
Min li xwe nihêrî di ewrên nimandî re
û min tu dîtî
-li wir li ber serê wê hejîrê
Weke xunaveke fetisî
Bi dîloka qedîm re hino hino
Kevzê bi wan digirt hestî
û giyan xwe li kavilan ji bîr dikir

Mîna gopalekî mabû Hejîra Maran
Li destê reben î çiyan