A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Omer Faruq Baran - Pirsa Behram (...)
155 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Omer Faruq Baran - Pirsa Behram (...)

pirsa behram gerdûnîyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî bi tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan xeyidînî kitêbên li ser termînolojiya kuxikên dengbêjan ên ku bi rê û rêbazên modern li dîwana beg û mîran wekî hebên tiriyê mezrone di mehseran de biperçiqin di qirikan de perçiqîne û bi belxema zeravî ve zeliqîne hatine nivîsandin difiroşe û difikire ku bi pereyên ji kitêban qezenc kirî li hemû zanîngehên welatê sor ê ku bi ava zil û zelal re zewiciye û piştî pênc hezar salan ji ber sedemên wek lihevnekirin û şerê zêde jê veqetiyaye û zaroyên xwe perîşan kirine enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin damezirîne

eger ev feleka xayîn e me dixapîne
çima em berê xwe nadin Marsê?