A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Omer Faruq Baran - Kilama Hezar û Heşt Sed û Şêst û Pêncan
413 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Omer Faruq Baran - Kilama Hezar û Heşt Sed û Şêst û Pêncan

dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy
yekî bilûra xwe avête çêm wê şevê
yekî anî xwê reşand li xewên şêrîn
di tengala şevê de guliyên xwe jêkirin jinekê
vemirîn find û fanosên li ber serê mîr
qonaxa çend mehan serê sibê
gêhiştin Elajgirê siwarên hêla han
di dest wan de fermana Elî Osman
xweş bihar bû dinê ezman çik î sayî
pê re ecacek rabû berê
bû toz paşê bû dûman bû baran
dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy


hûr hûr nivîsîne mor kirine û xwestine talana çar sed siwarî
di ronka royê de di cî de herkes hewarî
tep li xwe xistin porspiyan
rîspiyan gopal li erdê xistin
go fen e ev Eyşan Xanimê qurbana we me nerin neçin
go fût e Evdalê Zeynikê ma li ba wan em tim hêç in
li kaxizê nihêrî Surmelî Memed Paşa kûr û dûr
darbestên mêrxasan çêkirine bi herfên hûr
wê bikevin bimirin li xerîb û xurbetê
xewa berbextan enîdeqan tew ne tê
dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy


mîr li jêr mîrê mîran li jor
bi şan û şeref bi çar sed siwar û bi dengbêjekî
bi xeml û xişr bi şûr û mertal tevde bi eşîrekî
ji şerqî daketin xerbê
mîna ku berê xwe bidin diyarê qebrê
Surmelî Memed Paşa bû go ho Evdal ha go Evdal
te di me de nehîşt ti hal çi huzn e ev boş û betal
Evdalê Zeynikê ye bi zimanê siwar gêhand Erziromê berê
pê re gêhand Dêrsimê paşê erd û erasat kesk û şîn ezman
limelim bû xumexum bû ava çem û kaniyan
dilê Evdalê Zeynikê heliya li ser sê zeriyan
yeka tirkan yeka kurmancan yeka eceman
dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy


rabûn ji welatê zeriyan rêketin çûn cengê
gêhiştin ber devî Edenê ji şevan şevek wê şevê
siwaran vêsa xwe girtin hespan av vexwarin ji çemê Ceyhanê
bihîstin fermana Elî Osman daye ber topan Xozana xopan
mêr mêran nas dikin Evdal şêr şêran
te dî dil û ceger heye wan ku bimirin li wan kar nakin top û tîr
hey lo dilo mi go ferman padîşahin daxlar bîzîmdîr
go dibê çi ew pismam xêr e vî dengî toq bi tirs bi xof bi saw
go go ku ê padîşahî ferman e ê me jî çiyayên me hene lawww
dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy


tine tivingên siwariyên Surmelî sekinîne bi şûr û mertal
dibe dilzaro Evdal dibê mîrim em vegerin herin mal
ji me re ne xêr e ev der
têne min deng dişibin hawarên me hawar
dijmin e lê hela wa lê eynî wek me ne ew siwar
di şerî de dilpolat in di mal de stûxwar
Surmelî Memed Paşa li riya vegerê nihêrî çend car
da sitand da sitand di dest Elî Osman de maye neçar
go em li vir in çend mehan li vir ji xwe re çêkin şûnwar
pir dirêj nekir peyda bûn nexweşî
rîş bela bû li meydanê li canê egîtan çêbûn reşî
dikevin dimirin egît yek bi yek, xortên ronedî
dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy


mirin siwarên Surmelî xwe li quntara çiyakî xist mîr
vegirt kon danî ber serê xwe şûr û mertal û zencîr
bi wî çetin tê mirina xortan hey lo dilo hawar
barê wan li ser piştan bêxwedî
hespên esîl li mêrgê mane sêwî
bûye guriniya hêsran ji çemê çavên jinan
go mi ji te re nego mere Eyşan Xanimê
sê roj û sê şevan deng derneket ji Evdalê Zeynikê
rûnişt di binaniya kon de or or giriya Surmelî
dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy


kî mir ji kîsî xwe çû kî ma bi me re ma
rê ê me ye rêçik ê me ye qûç ê me ye qerac ê me ye go Dadaloxlu
ingirî Elî Osman rakiriye ferman anî qira Xozanê
dar û ber gelî û newal çem û rûbar ketine ber talanê
sirgûn kirin bê war kirin ev mêrçiyayiyên hanê
çav li hev neketin li orta meydanê
Evdalê Zeynikê û Dadaloxlu şairên çiyayî
deng li hev ketin li erd û ezmanê sor û sayî
dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy


girtine avêtine hepsê kerr bûye Dadaloxlu hizretiya nasdengekî
kor bûye Evdalê Zeynikê li benda şifaya qulingekî
bi derekê de neçûye Surmelî Memed Paşa
mêr e mîr e natirse ji mirinê natirse ji qehra marekî
digo Eyşan Xanimê digo mi bang kir bi sê dengan
dilim loy loy dilim loy loy ferman e dilim loy loy

Herêm: Goristanamirinênbisikranênbêbirîn
Deng: çiyayêdinavçiyande Tenêmayî
Amadekar: Bîstûpêncê Bêebced
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?