A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Omer Faruq Baran - Ferhad û Freud
211 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Omer Faruq Baran - Ferhad û Freud

ew du çiyayên te xwe dayê
axir, dil dane te Ferhad
wê werin te bibin quntaran şevkê
metirse Ferhad, êrîş ke Freud Freud
binermijîne wan çiyan
bihesidîne çem û kaniyan
çi bigir ku zarokekî tu
mizmizok î bê mijmijok
cîhangîr bî jî ne têrşîr î
hêsîr î dîsa, loma, bê lome
metirse Ferhad, êrîş ke Freud Freud