A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Omer Dilsoz - Ruhfiroşî
323 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Omer Dilsoz - Ruhfiroşî

Li pişt perdeyan,
Li ser maseyên qehpikan îdeolog
Dersên hûmanîzmê didin
Li kolanan ne çep heye, ne rast
Ne oldar, ne jî hukimdar
Tenê bêhna birsê
Tîna tirsê
Di spîkên çavên zarokên benîştfiroş de diçurise

Li her bihostê gavekê parsekek
Hûmanîzma îdeologan pars dike

Di ruhê mirovahiyê de çavşoriya medenî
Têjikên xwe şîrmêj dike
Peyv bi tûvilên nû têne durûtin
Li ser bazara xwîna mirovan...

Li her çepa kuçeyekê dilşewitiyek
Axa tî bi dilopeke xwîna xwe hine dike

Li vî bajarî serşoriya serxweriyê
Her roj çinînekê ji gewdeyê xwe dixwe
Li kolanan,
Ne xema manê heye,
Ne jî tirsa pîrozmendiyan;
Ne hilma mirovheziyê,
Ne jî kela dilsoziyê
Tenê kula talanê
Derdê serkutkirinê
Ji felsefeyên azadîxwaz û mirovhezan vedireşe

Li her çaleke tijî hestî ya malwêran dayikek
Lorikê felsefeya hukimdarekî medenî distrê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê